Li Tirkiyeyê Bêhna Biharê: Oleoresinkapsikum!


Ece Temelkuran

Yê ku wergerandiye Kurdî Berxwedan Yaruk

Ger ku T.S. Elliot  xwedî sihûd buna û  Newroz’ên  ku li Tirkiyeyê tê pîroz kirin bi dîtina bê guma dê hevoka xwe ya binav û deng  weke “Adar meha herî xedar e” bi gûhûrandina.  Dê mafê axaftinê zêdetir ji bombe gazê ya oleoresinkapsikum re bi dana û helbest a wî ya navdar dê biketa vê halê

Adar meha herî xedar, diafirîne

Ji axa mirî xwîn tê hecinandin

Terora polîsan û çand a linç, heşyar dike

Ne hezkirina hindikahîyan û bi  baran a bîharê”

Newroz cejna biharê ye û li Tirkiyeyê jî  zêdetir ji aliye gele Kurd ve  tê  pîroz kirin û ji ber zordestî ya ku ev 30 sal e li ser Kurdan tê meşandin hercar polîtîze buye. Her sal 21’ê Adarê bajarê herî zede  xwedî nifusa Kurda ye li Amedê bi sedhazaran Kurd dicive  hev. Ji ber ku  Newroz ji bo gele Kurd buye weke platforma berdevkiya êş û elemanû banga xwestekan ji aliye hemû hêzên dewletên ve weke çalakiya ‘terorê’ tê binav kirin.

Lowma dewlet di salên 90’î de  biryara “ Tirk kirina” Newrozê da û ew sal xebata yekemin ew bu ku navê Newrozê weke ‘Nevruz’ hate nivisandin. Piştre miçilgeyên ecêp derbarî Newrozê de avêtin ortê û gotin ku “Nevruz cejna Tirk a ye”. Bi alîkariya dewletên dine yên Tirkan  mezinên  dewletên Tirkan ji bo Nevruz’a navnetewî û fermî pêk bînin ketin hewldaneke taybet. Lê pîrozkirinên fermî yên dewletê li ber pîrozkirina rastî taklîdeke ku çavên mirov şil dike pêk hat. Têkildarên komarên Tirkî bi behremendî yên xwe yên bi sînor û navzikên mezin bi tevahî rêbazên Tirkan xwe ji ser agırê avêtin. Ciwanên Kurd xwe ji ser agirên ku bi lastîkên tirimbêl hatiye pêxistin weke baz diavêtin û heman demê de têkîldarên Tirk jî kêleka agireke kedî de derbas dibûn. Di nav salan de pîrozbahîyên fermî  bi şewatên bedil û ketinên xerab hatibe nexşandin jî Komara Tirkiyeyê Newrozê ji xwe re kir e NeVruz. “NeVruz” a ku bi ‘v’ tê nivisandin ji hemwelatiyan re peyama “An ji meyî an jî emê dayika te mer bikin” da û sînoreke mezin din av gelan de afirand. V ya nû tû dem cihê W negirt lê mafê jiyan kirina W êdî hermû fermiyeti ya xwe winda kir. Bi nûvedan a  V yê zordarî ya polîsan êdî mafdar xuya kir, ji çapemeniya alîgir derbarî gelan de weşanên ku lînçê berz dike weke afetî hate nişandan û her wiha dema hemwelatiyên Kurd hatin linç kirin weke  “Bertek a hemwelatiyên zîz” hate şîrove kirin. Û tekoşîna V ya li hemberî W heta niha wiha dom kir.

Hefta borî Wezîra Karûbarên Hundirîn Îdrîs Naîm Şahîn  ji bo Newrozê wiha axivî “Roj a fermî 21’ê Adarê ye”. Me ji danezan a wî  fem kir ku dewlet  derbarê hatina biharê de çiqas zîz e gelo? Şahîn pêyvên xwe  bi “cejn hewceye di rojên xwe de were pîroz kirin! Bernameyên ku ji bo 18’ê mehê hatine derxistin qedexene! “ xelas kir.

18’ê mehê ji bo ku  tê dawiya heftê biryar a pîroz kirine wiha hatibû sendin û  li hemberî vê yeke biryara qedexekirinê gelek xedar bu û  xuya bu ku ev nêzikatiya xwedi biryaran dê bibe bingeha şer. Bi hezaran pêşengên Kurd di zindanên Tirk a de  dema ku “binçavan da be”   Newroz ji bo nişandan a hêrsên kom kirî ji bo gele Kurd derfet bu. Qir a zêw wiha destpê kir.

18’ê Adarê piştî nîvro agahiya mirin a yekem hate:  Rêvebera BDP’ê ya ku di parlamentoyê de  nûnerî ya gele Kurd dike Hacı Zengin li Stanbolê jiyana xwe ji dest dabu. Haci Zengin ji xwe  xwedî nexweşîna  xizok bû û li hemberî bombeyên gazê êdî nikaribû li ber xwe bide dilrawestin derbas kiribu. Wesayitên ku dê herin qad a Newrozê hatibûn asteng kirin lê bi hezaran kes dîsa xwe gihandibû qadê. Polîsan bi bombeyên gazê beriya gel li qadê  xwe bi cih kiribû û li hemberî êrîşên polîsan jin, zarok xwe avêtin ciheke ku dikaribin xwe biparêzin. Bêhna bombeyên gazê ji qadê belav bibû û bi kilometreyan dûr ve jî bandor li ser mirovan dikir. Polîsên robokop di dijwarîyê de ew roj camêrî kirin! heta êvarê binçavan domandin! Li Êlihê  Parlamentera Kurd Ahmet Turk (70) hindik ma bû dilrawestin derbas bike. Dema ku wî rakirin nexweşxanê Parlamenter Nursel Aydogan ji malpera Bianet’ê re agahî da û da zanîn ku polîsan ji wesayita wan re bi keviran êrîş kiriye û Ahmet Turk ji aliye gelek polîsan ve hatiye derbe kirin. Li deh navendan pîrozbahiyên Newrozê ji aliye polîsan ve hate asteng kirin û sedan hemwelatî hate binçav kirin. Li Amedê  jî seriya 500 hezar kes barîkatên polîsan derbas kirin  û gîhiştin qada Newrozê. Li hemberî asteng kirina polîsan pevçûn derketin lê li hemberî girseya gel polis xwe paşve kişand. Li Cizîrê jî polîseke di pevçûnan de birîndar ket û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Rojekî piştî buyeran di çapemenîya alîgir de tenê helişandinên rawestgehaên Stanbolê hebû! Ne li rojnameyan ne jî li televizyonan de derbarê girseya Amedê ya ke du katê girseya Tahrîrê hebu nuçeyeke nehat weşandin. Û buyera herî erjeng jî 19’ê mehê qewimî. Şaredariya Eyup’ê 19’ê mehê pîrozbahiya NeVruz’ê pêk anî. Endamên BDP’ê dema nimêja cenazeya Haci Zengin dikirin keçikên ku ji komarên Tirkî hatibûn dema rayedar xwe ji ser agir diavêtin ew jî ser dike reqsê dikirin. “Hemwelatiyên Tirk yên zîz” jî li Facebook û Twitter’ê de  hemwelatiyên Kurd ên ku li hemberî şideta polîsan rexneyên xwe dianîn zimên tehdîdan dikirin.

Li hewayê hê jî bêhna oleoresinkapsikum daleqandiye. Nivisandina wî gelek zor e lê tiştê ku  jê zehmettir e ewe ku jehra ku di nav xwe da diparêze mirov jê kor nebe.

 

 

Xwerû ya nivis a Ece Temelkuran bi Îngilizî  dîrok a 23.03.2012 yan de rojnameya El Akbar de hate weşandin.

Yorum Girin